“Nabe PKK şerê xwe bîne ber deriyê Herêma Kurdistanê”

Hewlêr-KDP.info- Pisporek di karûbarê Tirkiyê de dibêje, çalakiyên leşkerê yên PKKê li ser axa Herêma Kurdistanê jibilî ziyanan ku dighîne hemû aliyan, ti sûdeke wan tune ye. Ew pispor herwiha dibêje, pêwîst e PKK destkeftên Herêma Kurdistanê biparêze û ti karekî neke bê ku ji Hikûmeta Kurdistanê bipirse.
Dr. Mûsa Keval Pispor di Karûbarê Tirkiyê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e PKK hevkar be û kar bike ji bo parastina destkeftên Herêma Kurdistanê. Nabe PKK destêwerdanê bike di axa Herêma Kurdistanê û ev yek nayê qebûlkirin ji bi ku li Herêma Kurdistanê Parlament û Hikûmet û Pêşmerge heye, lewma jî pêwîst e PKK nebe sedem ku welatên derdorê êrîş bikin ser Herêma Kurdistanê ji ber çalakiyên leşkerî yên PKKê. Ew karê ku PKK dike di di cihê xwe de ye û ji bilî ku ziyanê ti sûdeke wê tune ye.”
Keval wiha got: “Ew karê ku PKK dike ziyanê dighîne hemû aliyan, lewma jî pêwîst e pirsgirêk bi danûstandinan û diyalogê çareser bibin û ne bi şer û bên şerê xwe bînin ser Herêma Kurdistanê û kêşeyan di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de derxînin.”
Dr. Mûsa Keval wiha domand: “Herêma Kurdistanê berdewam hewl dide ku pirsgirêkên perçeyên din ên Kurdistanê bi rêya diyalog û bi rêyên aştiyê bên çareserkirin, ne bi şer, ji ber ku ti carî şer cihê aştiyê nagre di çareseriyê de.”




