26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Konsulê Brîtanya pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Çarşema 26.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Martyn Warr Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê ragihand ku bi helkefta dawîhatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê hatiye ku spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî bike û xweşhaliya xwe ya di dema karkirina wî li Herêma Kurdistanê ragihand û pesnê wê hemahengî û hevkariyê kir ku di dema karkirinê de ligel dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkaniye. Herwiha hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.

Serok Barzanî spasiya Konsolê Giştî yê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê di erkê wî nû de xwest.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî yên li ser asta navdewletî û navçeyê û herwiha proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de axivîn.

Herwiha behsa berdewamiya gef û metirsiyên DAIŞê li ser asayîşa Iraq û navçeyê kirin û tekez kirin ku rûbirûbûna wê metirsiyê erkekî hemû aliyene ye.

Di beşeke dinê vê hevdîtinê de behsa pêşveçûna proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî kirin.

 

Nûçeyên têkildar