Xelkê Sîdekan: Ji ber PKKê em ji gundê xwe derketine

Sîdekan-KDP.info- Ji 15ê meha 5an ve rojane artêşa Tirkiyê ji ber hebûna PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, gund û navçeyên Sîdekan bombebaran û topbaran dikin, ku ji ber vê yekê heya niha 115 gund li Devera Bradost vala bûne.
Azad Mihemed ku xelkê gundê Xelîfan a ser bi Sîdekan e, ji malpera KDP.info re dibêje: “Em nikarin 200 metrî ji gund dûr bikevin û kar û jiyana me nemaye. Bi rastî hebûna PKK û navendên wê û bordûmana Tirkiyê, jiyana me bi temamî reş kiriye û em daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku çareseriyekê ji vê yekê re bibîne. Eger çareserî neyê dîtin em neçar in ji gundên xwe bar bikin.”
Xalid Şerîf, ku ew jî ji Sîdekan e, ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên Tirkiyê li nava gundan jî didin û vê yekê tirseke mezin li cem xelkê çêkiriye û êdî gundî newêrin ji malên xwe derkevin, lewma jî daxwaz dikin ku sînorek ji vê yekê re bê dîtin û PKK navend û cihên xwe ji gundan dûr bike da ku careke din nebin qurbanî û ji bo ku em gundên xwe vala nekin.”
Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji 15ê meha 5an rojane Tirkiye navçeyên Sîdekan ji ber PKKê topbaran û bombebaran dike. Di wê demê de bi sedan donim zevî û dar û rez û baxên welatiyan hatine şewitandin û gundî bê pûş mane. Heriwha ajelên wan jî dibin qurbanî wan bordûmanan. Herwiha 3 welatî jî birîndar bûne, ku ew jî ji ber PKK ye. Hema îro navçeyên Xinêre û Bêrkme û Xuakurk hatin bordûmankirin.”




