Goran: Beriya 27ê mehê emê navên xwe bidin Mesrûr Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Parlamentera Tevgera Goran Aşna Ebdulah dibêje, hewl zêde bûne ku beriya 30ê vê mehê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bê avakirin û Goran beriya 27ê mehê dê hemû navên xwe bide Mesrûr Barzanî Serokwezîrê erikdarkirî ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê.
Aşna Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên avakirina hikûmeta nû zêde bûne ji bo ku beriya 30ê vê mehê hikûmet vê avakirin û ev yek neyê paşketin.”
Ebdulah wiha got: “Ji bo avakirina hikûmetê Goran hevkar e û beriya 27ê vê mehê emê hemû navên xwe yên ji bo kursiyên hikûmetê, bidin destê Mesrûr Barzanî.”




