26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji ber penaberên Rojava, Yekîtiya Ewropa 22 milyon Euro dide Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî dibêje, Yekîtiya Ewropa biryar daye ku 22 milyon Euro bide Herêma Kurdistanê ji bo temamkirina çend pirojeyên ku nîvcî mane.

Dilawer Ajgeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê em di Konfransa Salane ya Yekêtiya Ewropa de beşdar bûn, ku ew konfrans ji wan wan welatên ku ketine bin bandora kirîza Sûriyê, hatibû lidarxistin. Di konfransê de destxweşî li Herêma Kurdistanê hat kirin ku di çend salên derbasbûyî de alîkarî û xizmetên pir mezin di warê mirovî de pêşkêş kiriye.”

Ajgeyî wiha got: “Di konfransê de biryar hat dan ku 22 milyon Euro bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber ku hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ne û dê ew pere ji bo projeyên alîkariya penaberan bin. Nexasim projeyên av û karebe û projeyên din ên ku nîvcî mane.”

 

Nûçeyên têkildar