26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo jinên rizgarbûyî ji destê DAIŞê: Hûn sembola şerefa gelê me ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li jinên rizgarkirî yên ji destê DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ji wan re got, hûn sembola şerefa gelê me ne û rewşa Şingalê nabe wek niha bimîne û pêwîst e koçber vegerin ser malên xwe.

Îro Dûşema 24.06.2019 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî ligel hejmarek ji keç û jinên rizgarkiriyên ji destê terorîstên DAIŞê civiya.

Di destpêka vê civînê de her yek ji Sekretera Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê û Rêveberê Karubarê Kurdên Êzdî li Wezareta Ewqafê û Karubarên Olî ya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Nivîsîngeha Revandiyên Kurdên Êzdî ya li parêzgeha Dihokê û Hediye Mirad Parlamentera Êzdî li Herêma Kurdistanê, bi kurtî li ser hewlên ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzdî ji destê terorîstên DAIŞê û rewşa niha ya jiyana wan rizgarkiriyan û hewlên ji bo vegerandina wan ya ji bo jiyanekî asayî, behis kirin.

Li gor wan amarên ku di civînê de hatin pêşkêşkirin bi giştî 6417 kes ku di destpêka êrîşa terorîstan ya li ser devera Şingalê ketibûn destê DAIŞê de, 3476 kes ji wan hatine rizgarkirin û heya niha jî 2941 kes bêserûşûn û wenda ne. Her wiha eve jî eşkere jî kirin ku piştî ku Nêçîrvan Barzanî nivîsîngeheke taybetî ji bo dûvdaçûn û azadkirina Êzdiyên destê DAIŞê damezrand, bi giştî 3548 keç û jinên Êzdî ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn revandin, heya niha nekarîne 1184 kesê ji wan bêne rizgarkirin û hewlên ji bo peydakirin û vegerandina ewên din jî berdewam e û behsa tevahiya wan astengan jî kirin ku têne li ser rêya wan.

Her di vê hevdîtinê de hinek ji keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê behsa wan êş û azarên xwe kirin ku di demên di destê terorîstan de mabûn rastî wan hatibûn, ku wekî dîl û kole kirîn û firoştin bi wan dihat kirin û li ji aliyê derûnî û laşî ve hatine êşandin.

Di civînê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina keç û jinên rizgarkiriyên destê DAIŞê, herwiha ragihand: “Tişta ku bi ser xuşk û birayên Êzdî de hat dirêjahiya wan karesatan bû ku berê jî bi ser gelê me de hatine, ji enfal û bi gorkirina 182 hezar jin û zilaman bi zindî û zarok û pîr û gencê gelê me û kîmyabarana Helebçe û navçeyên din ê Kurdistanê û windakirina 12 hezar gencên Feylî û 8 hezar Barzanî û bi dehan hewlên din ê ji bo jinavbirina gelê me, ku ev karesata bi ser we jî de hat tevahiya birînên berê yê laş û laşê gelê me bi jan da.”

Serok Barzanî herwiha ragihand: “Gelek baş ji êş û azarên we têdigihim û careke din jî tekez dikim hûn sembol û hêmaya şerefa gelê me ne û hûn azîzên me ne.”

Herwiha tekez kir û wiha got: “Terorîstan bi wê reftara nemerdane ya li hemberî we hem hovîtiya xwe nîşan dan û hem jî mezlumiyeta we piştrast kir. Lê belê bi kêfxweşî û bi hewl û cangoriya Pêşmergeyên qehreman gelek bi merdane tola we hat rakirin û terorîst hatin şikandin û ketin bin piyên we.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku ew bi rêya Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hewl didin ku her çi pêwîst be ji bo keç û jinên Êzdî bê kirin heta ku di jiyaneke asayî de bijîn.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand: “Rewşa niha ya Şingalê nabe wiha bimînê û pêwîst e îdareya Şingalê di destê xelkê Şingalê de be û koçber bikaribin vegerin cihên xwe.”

Nûçeyên têkildar