Wezîrê Derve yê Birîtanya: Em şanaziyê bi pêwendiya dîrokî ya ligel Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Cêrîmî Hant, peyameke pîrozbahiyê arastey Mesrûr Barzanî kir ku boavakirina hikmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatiye erikdarkirin û di wê peyamê de wezîrê Brîtanî got, Brîtanya şanaziyê bi pêwendiya dîrokî ya ligel Herêma Kurdistanê dike.
Hant di peyama xwe ya pîrozbahîyê de ku arstey Mesrûr Barzanî kiriye, dibêje: “Şanişîna Yekgirtî şanaziyê dike bi wê pêwendîya dîrokî ya ku ligel Herêma Kurdistanê heye û di şerê DAIŞê piştivaniya xelkê Iraqê û Kurd kiriye.
Di wê peyamê de, Wezîrê Derve yê Birîtanyayê tekez dike li ser karkirinê li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê û dibêje: “Em pêbend in bi karkirinê li gel we û hikumeta we ji bo avakirina aştî, xweşguzeranî, çaksaziya abûrî û hikumeteke bi bandor.”
Di peyamê de ev jî hetiye: “Em piştevaniya hebûna pêwendiyeke baş dikin di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Hêviya serkeftinê ji te re dixwazim.”




