26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Ebdulmehdî biryar li ser pêngava yekê ji bo madeya 140 û pirsa petrolê dan

Çavkanî: KDP.info
 
 

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Bexdayê civiyan û di wê hevdîtina distane de herdû aliyan biryar dan ku dest bi qonaxeke nû ji danûstandinan bikin û ji bo vê yekê jî dê hefteya bê komîteyek hevbeş ji herdû aliyan li ser ejîndaya gotûbêjan û pirsên mîna madeya 140 û petrol û budceya Kurdistanê û pirsên darayî û Pêşmerge û kêşeyên din.

 
Îro Pêncşema 20.6.2019 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û li wir ji aliyê Adil Ebdulmehdî ve hat pêşwazîkirin û piştre civînek lidar xistin.
 
Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî di wê hevdîtinê de tekez kirin ser çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan li ser bingeha destûrê Iraqê.
 

Di wê hevdîtina distane de herdû aliyan biryar dan ku dest bi qonaxeke nû ji danûstandinan bikin û ji bo vê yekê jî dê hefteya bê komîteyek hevbeş ji herdû aliyan li ser ejîndaya gotûbêjan û pirsên mîna madeya 140 û petrol û budceya Kurdistanê û pirsên darayî û Pêşmerge û kêşeyên din, bicive û amadekariyan bike ji bo destpêkirina gotûbêjan li ser bingeha çareserkirina kêşeyan di çarçoveya destûrê Iraqê de.

 
Herdû aliyan tekez kir ku qonxa bê li Iraq û navçeyê pêwîstiya wê bi hevkarî û hevahengiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê heye û niha defeteke baş derketiye ji bo çareseriyê ku divê caneke niştimanî hevbeş di berjewendiya tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.
 
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku çareseriya pirsa Kurdî ya Başûrê Kurdistanê li Bexdayê ye, lewma jî Herêma Kurdistanê dixwaze û amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan li bingeha destûr û berjewendiya niştiman.

Nûçeyên têkildar