Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih li Bexdayê civiyan

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya û çend pirs gotûbêj kirin.
Îro 20.6.2019 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û li wir ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê ligel berpirsên Iraqê dicive.
Li Koşka Reşîd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya û çend pirs gotûbêj kirin.
Parlamenterê PDKê li Iraqê Rênas Cano derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û civînên wî ligel berpirsên Iraqê, ragihand: “Hejmareke kêşe û pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çareser mane. Heya niha ew pirsgirêk nehatine çareserkirn ji ber ku nêtek ji bo çareseriyê li Bexdayê tune bû. Ew pirsgirêk jî wek pirsa madeya 140 e û pirsa petrolê û çend pirsên din. Bi taybetî piştî hatina Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, êdî nêta çareseriyê tê dîtin, lê em dizanin ku ew pirsgirêk û kêşe bi rojekê û 2 rojan çareser nabin. Em wek PDK jî dibînin ku tenê bi diyalog û danûstandinan wv pirsgirêk çareser dibe.”
Rênas Cano ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana îro ya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê wek berdewamiya wan danûstandinan e ku ji bo çareseriyê ne.”




