26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Bexdayê civiyan.

Îro Pêncşema 20.6.2019 Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û li wir ji aliyê Adil Ebdulmehdî ve hat pêşwazîkirin û piştre civînek lidar xistin.

Derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê Seroka Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Viyan Sebrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev yekem serdana Nêçîrvan Barzanî ye bo Bexdayê piştî ku bûye serokê Herêma Kurdistanê.”

Viyan Sebrî wiha got: “Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê ji bo 2 mebesta ye, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de.”

Sebrî wiha got: “Ev serdan pir girîng e û dikare bandoreke erênî li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û çareserkirina kêşeyan de bike.”

 

Nûçeyên têkildar