Mesrûr Barzanî bo nûnerê Sekreterê NY: Divê tawanbarên derheqê Êzdiyan bêne dadgehkirin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye erkdar kirin, li gel Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo Lêkolînên di Tewanên DAIŞê Kerîm Esed Ehmedxan civiya û behsa çareserkirina pirsgirêka endamên DAIŞê yên desteserkirî kirin.
Di civînê de Mesrûr Barzanî pêzanîna xwe li hember biryara Netewên Yekgirtî ya taybet bi lêkolînên di tawanên DAIŞê û pêngavên proseya dadgehkirin û sizadana tawanbarên DAIŞê nîşan da û ragihand, wek dezgehên Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bicihkirina yasaya dadgehkirina DAIŞê dikin, bi taybet li ser tawanên ku di derheqê Êzdiyan de kirine.
Herwiha tekezî li wê yekê kir, hemû hevkarî û alîkariyê pêşkêş dikin, ji bo ew tawanbar bêne pêş dadgeheke navdewletî û bêne dadgehkirin.
Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bo lêkolînên di tewanên DAIŞê de kurteyek derbarê erk û karê pê hatiye spardin diyar kir. Ameje bi wê yekê kir, tawanên DAIŞê li Iraq û Kurdistanê encam dane, diçin çarçoveya jenosoidê.
Derbarê encamên lêkolînê û proseya dadgehkirinê de ragihand, ku ji bo cuda kirina tawanbaran û amade kirina bingehê aştiya niştimanî ye.




