20 haletên nexweşiya sorika li kemipa Dumîz peydabûn

Nûnerên heft rêveberiyên giştî yên saxlemiyê li Îraqê duhî 27/1/2013 bi serperştiya rêveberê giştî yê saxlemiya parêzgeha Duhokê li Duhokê kombûnek li dor çawaniya kuntirolkirina nexweşiya sorika li kemipa dumîz encamda, piştî ku 20 haletên nexweşiya navibirî li nav kemipê peyda bûn.
Dr. Nizar Îsmet, rêveberê giştî yê saxlemiya parêzgeha Duhokê diyar kir ku hindek kawdanên neçaverêkirî li nav mişextên kemipa dumîz peydadbin û got: (sûriyê çu giringî bi saxlemî û parastina welatiyan nedaye û heta rewşenbîriya saxlemiyê jî bi giringî nehatî ye wergirtin, lewra rêveberiya giştî ya saxlemiya parêzgeha Duhokê her ji destpêkê giringiyeka mezin bi vaksînan daye û di hewa borî da dorên 1800 zaroyan dijî nexweşiya sorika hatibûne vaksîn dan û her yekê li destpêkê dihête kemipê vaksîn bo dihêne dan û xişteyek bo vaksîndanê dihête danan).
Dr. Nizar simet diyar kir jî ku hemû pêşibînî ewin li sala 2013 pêleka nexweşiya sorika herêma Kurdistanê vegire û eve yek ji wan nîşanaye û xwast ku hevbendiyeka baş dinavbera wezaretên saxlemiyê li herêmê û Îraqê hebe bo rêgirtinê li nexweşiyê




