Generalê Amerîka: Piştevaniyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî ku ji bo pêkanîna kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye erkdar kirin, îro pêşwazî li şandeke leşkerî ya Amerîkî bi serokatiya Serokê Ofîsa Hevkariya Ewlehiya Iraqê (OSC-1) General Gregor kir.
Di hevdîtinê de, ji bilî guftûgo kirina rewşa leşkerî û ewlehiya Iraqê û pêşhatên navçê bi giştî, proseya rahênan kirin û dabîn kirina pêwîstiyên leşkerî û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de û mîkanîzmaya hemahengiya ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan de hatin behskirin.
Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî hêviya berdewamiya hevkariyan xwast û amaje bi wê kir, her çi karînên leşkerî yên teroristên DAIŞê hatine şikandin, lê tevgera wan zêde dibe û hîna ew li ser aramiya navçeyên rizgarkirî gef in.
Ji aliyê xwe ve General Gregor, ji bilî amajedan bi rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, tekezî li piştevaniya Amerîka ji bo rêkxistin û encamdana reformê di nava rêzên Pêşmerge de kir.




