26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Elawî: Kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bi gotûbêjan çareser dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî û şandeke Navensa El Mînber kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi gotûbêjan dikarin çareser bibin.

Îro Çarşema 19.06.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqî û Serokê Girdbûna Mînbera Iraqî û şandeke li gel kir ku ji endamên Komîteya Navendî ya Mînberê pêk hatibûn.

Di destpêka hevdîtinê de Eyad Elawî armancên Girdbûna Mînbera Iraqî zelal kir û ragihand ku Mînber kombûneke berfireh ya kesayetiyên miyanrew û niştimanperweran ên Iraqê ye û kar ji bo wê yekê dike ku hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Iraqê wekhev bin.

Her di vê hevdîtinê de Serokê Mînbera Iraqî pêzanînên xwe ji bo rola erênî û bi bandor ya Serok Barzanî hebû û ragihand: “Rola cenabê Barzanî li ser asta Iraq û Kurdistanê gelekî bi bandor û berçav e û niha jî ji bo parastina demokrasiya li Iraqê me hemûyan gelek zêdetir pêwîstî bi wê rola cenabê te heye.”

Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîn û tekezî kirin ser gotûbêjên binyadner ji bo çareseriya hemû kêşeyan.

Nûçeyên têkildar