26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Kêşeyên Hewlêr û Bexdayê tenê bi Destûr çareser dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û rasperdeyê bi pêkanîna hikûmetê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Elawî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Iraqê, pêşhat û aloziyên deverê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin guftûgokirin.

Herwiha di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî amaje bi pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekezî li çareserkirina pirisgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane li gor destûrê û guftûgoyên aşkere kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî jî careke din pîrozbahî li Mesrûr Barzanî û ji bilî xwastina hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re di erkê nû de ragihand jî, hêvîdar im di dema bê de pêwendiyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêş ve biçin.

Her du alî hevnêrîn bûn li ser bilezkirina destipêkirina guftûgoyan bi armanca dîtina çareseriya bingehîn ji hemû pirisgirêkan re avakirina Iraqekê ku hemû pêkhate hest bi maf û erkê xwe bikin.

Nûçeyên têkildar