26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya PDKê serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî re dixwaze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya destbikarbûna wî wek serokê Herêma Kurdistanê, Polîtburoya Pdkê serdana Nêçîrvan Barzanî kir û pîrozbahî lê kir.

Di wê hevdîtina ku îro Sêşema 18.6.2019 birêve çû de, Polîtburoya Pdkê jibilî ku pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û serkeftinê jê re xwest, herwiha hemû piştgiriya xwe ji bo birêz Nêçîrvan Barzanî nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya wê serdanê û piştgiriya PDK kir û tekez kir li ser giringiya hevkarî û tebayî û karê hevbeş ê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar