26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

pêşveçûnên li herêma Kurdistanê û Rojava bandoreka gelek baş li ser Kurdên Rojhelat kirye

Çavkanî: KDP.info

Di maweyê du heyvên burî de çendîn gunid li devera Urimiyê hatine valakirin û gelek mal û gelek gunid jî bi egerê ku piştivaniya hendek partiyên Kurdî kirine hatine xirabkirin û li dijî wê yekê Kurd nerazîbûna xwe diyar dikin.

 

Çavdêrekî siyasî li bajarê Urimiyê ku nexwest nave wî bê eşkere kirin bo Evro diyar kir piştî wê aloziya li ser sînor û bi taybetî jî aloziyên di peywendiyên Turkiya û Êran de li ser sînorê di navbera herdu welatan ku dekeve ser sînorê parêzheha Urimiyê û ew gunidên ku Kurd lê akincî ne hêzên dewleta Êranê bi egerê wê yekê ku gunidî piştivaniya partên Kurdî yên dijî komara Îslamî dikin gelek gunid hatine valakirin û malên çendîn welatiyên Kurd jî hatine xirabkirin û got: " Di nava çend heyvên borî de gelek kes jî li ser sînor hatine kuştin."

 

Li dor pirsa ka egerê serekî yê wê siyaseta Êranê di vî demi de bo çî vedgere?

Jêder diyar kir ku pêşveçûnên li herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê karîgeriyeka gelek baş li ser xelkê Kurd li rojhelatê Kurdistanê kirye û gelek caran gencên Kurd li zanko û cihên dî gengeşeya wê yekê dikin ku êdî demê avabûna dewleta Kurdî hatiye û divêt li rojhelatê Kurdistanê jî hindek bizav bihênekirin û got: " Bêguman hêzên dewletê jî ji wê rewşê agahdarin û tirsa wan jî ewe li bajarên hurdî xwenîşandan bihênekirin û ew karên ku niha têne kirin jî bo çavtirsandina xelkê ye

Nûçeyên têkildar