Serok Barzanî: Piştevaniya Almanya bo Kurdistanê bi bandor bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî spasiya gel û hikûmeta Almanya dike, ku di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî bi Pêşmergeyên Kurdistanê re kirine.
Îro Şemiya 15.6.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Martîn Ceygêr Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya û şandeka pê re kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkar û yarmetîderê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û ragihand, palpiştiyên Almanya li guherîna balansa meydanî ya şerê dijî DAIŞê de gelek bi bandor bûye.
Her di vê hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Hevkariya Aborî û Geşepêdana Almanya, xweşhaliya welatê xwe bi baştirbûna peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda bi Serok Barzanî ragihand.
Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya û rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.




