Serok Barzanî: Serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî re dixwazim û piştgiriyê lê dikim

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di merasîma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û got: “Pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikim û serkeftinê jê re dixwazim û bi hemû karîna xwe piştgiriyê lê dikim.”
Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand, di encama hilbijartina 30î Îlonê di proseyeke demokratîk de, Parlamantoya Kurdistanê hat hilbijartin û îro jî Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî xwar.
Herwiha Serok Barzanî got: “Sibe jî pêngavên damezrandina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê destpê dike. Pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dikim, jibilî ku hêviya serkeftinê jê re dixwazim, bi hemû karîna xwe piştevaniyê lê dikim.”
Daxwaz ji Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê jî kir, her çi zûtire ew pirsgirêkên di navbera wan de mane bi gotûbêjan bêne çareserkirin, bi taybet pirgirêkên li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 hene, ku demek e ew pirsgirêk zêde bûne û cihê metirsiya cidî ne. Ew jî pêwîstî bi hişmendî û têgihîştina hemû pêkhateyên Iraqê were kirin û Ii gor destûrê.
Serok Barzanî got jî, DAIŞ rastî şikestineke mezin hatiye, lê hêj maye û metirsiya wê jî maye. Metirsiya wê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê heye, lê belê li ser navçê û cîhanê jî heye. Ji ber wê jî pêwîst e rê li ber wê were girtin û karesatên 2014an dubare nebin.
Derbarê navxweya Herêma Kurdistanê de jî ragihand: “Pêwîst e em hemû bi hev re û bi canekî birayetî pirsgirêkan çareser bikin û hevkar bin.”
Serok Barzanî amaje bi pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî kir û daxwaz kir ku hemû alî bi aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin ji ber ku bêguman şer ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.




