Daxuyaniyek ji Şêwirmendê Ragihandina Serokê Herêma Kurdistanê

Li hinek kanalên ragihandinê da behsa ewe hatiye kirin ku qaşo Şêwirmendê Serok Barzanî dawetî çend kesayetiyekî kiriye heta serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Ji bilî rêz û pêzanînên me yên ji bo wan kesayetiyan, lê belê bi hemû aliyekî radigihînîn ku ewê vê karê kiriye bi awayekî fermî ne sîfeta şêwirmende û weku şexs û bi bêyî agahdariya Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê karê kiriye. Ji ber ku dawetkirina fermî ya her kesayetî û aliyek bi tenê li desthilata Serokê Herêma Kurdistanê û Dîwana Serokayetiya Herêmê daye.
Şêwirmendê Ragihandina
Serokê Herêma Kurdistanê
27/01/2013




