Mesrûr Barzanî: Bila ev cejin bibe pêngavek ji bo Kurdistaneke bihêz

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî î bi helkefta Cejna Remezanê di peyamekê de pîrozbahî li Misilmanên Kurdistan û cihanê kir. Mesrûr Barzanî hêvî kir ku ev cejin pêngaveke erênî be bo bihêztirkirina bihevre karkirinê bo Kurdistaneke bihêz.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna Remezana, pîrozbahî pêşkêşî malbetên şehîdan, pêşmergeyan, karmendên civata ewlekarî, dezgehên ewlekarî, polîs û misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Daxwazê ji yazdanê dikim ku îbadetên tevahiya aliyan qebûl bike û rihê şehîdên me bi ceneta xwe şad bike û şîfayê bide birîndarên me.”
Di beşeke din a peyama xwe Barzanî dibêje: “Hevdem li gel berçav girtina xebata berdewam û qurbanîdana gelê me bo gehêştin bi armancên xwe, hêvî dikim ku ev cejin handerek erênî be bo bihêztirkirina bihevre kar kirinê bo Kurdistaneke bihêz ku li gor daxwaz û hêviyên welatiyên Kurdistanê be.”
Mesrûr Barzanî her bi helkefta cejnê hêvî kir ku tundûtîjî, şer û karesat li deverê bi dawî werin û aştî û aramî serdest bibe.




