Ebdulmehdî bo Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina te dê pêwendiyên me baştir bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî ku roja 28ê Gulanê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiribû, careke din jî bi rêya nameyekê pîrozbahî lê kir û di erkê nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Adil Ebdulmehdî di nameya xwe de dibêje: “Me baweriyeke temam heye ku hilbijartina we bo vê postê, dê peywendiyên navbera navend û herêmê ber bi baştirbûnê ve bibe, û ew yek jî dê rengvedaneke erênî li ser rewşa aborî û ewlehiya welatê me hebe.”
Ebdumehdî herwiha cejna Remezanê jî li Nêçîrvan Barzanî pîroz dike û dibêje: “Herwiha ez vê helkeftê wek derfet bikar tînim jibo ku pîrozbahiya cejna Remezanê li we bikin û ji Xwedê daxwaza tendirustiya we û kefxweşiya hemû taken gelê Iraqê dikim.”




