Parlamenterê HDPê Îmam Taşçîer pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê, Îmam Taşçîer bi peyamekê pîrozbahî li Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Parlamenterê HDPê Îmam Taşçîer di twîttekê de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiriye, ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Taşçîer di peyama xwe de wiha dibêje: “Hilbijartina birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê pîroz dikim û ez bawer im ji bo yekîtiya gelê Kurd û aramiya herêmê dê berpirsyariyek giran bigre ser milê xwe.”




