Serok Barzanî êrişên Kerkûkê şermezar dike..Daxwaza karê hevbeş ê Pêşmerge û Hikûmeta Iraqê dike

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi tundî karên terorîstî yên bajarê Kerkûkê şermezar dike û dibêje, ji bo rûbirûbûna êrîşên terorîstî pêwîst e karên hevbeş û hevahengiyeke tevahî di navbera Hêzên Pêşmerge û dezgehên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hebe.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiyeke zêde di şeva Pênçşema 30.05.2019 de û di encama hejmareke teqînên terorîstî li bajarê Kerkûkê, hejmarek welatî şehîd û hejmareke din jî birîndar bûne.
Jibilî wê yekê ku em gelek bi tundî van karên terorîstî şermezar dikin, sersaxiyê jî ji malbatên qurbaniyên wê bûyera terorîstî re dixwazinn û herwiha hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Em daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin ku bi zûtirîn dem encamderên van tawanan bêne eşkerekirin û bigihînin cezayên xwe.
Armanca terorê têkdana pêkvejiyana pêkhatên Kerkûkê ye û metirsiyeke mezin e li ser jiyana welatiyan û bexteweriya xelkê.
Ji bo rûbirûbûna êrîşên terorî jî bi taybet li bajarê Kerkûkê pêwîst e karên hevbeş û têkeliyeke tevahî di navbera Hêzên Pêşmerge û dezgehên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hebe. Ew jî ji bo nehiştina êrîşên terorê û parastina pêkhatan û vegerandina Kerkûkê bo rewşa xwe ya asayî.
Mesûd Barzanî
31.05.2019”




