26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zerîf bo Nêçîrvan Barzanî: Hêvîdar im pêwendiyên me bihêztir bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di pêwendiyeke tekefonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku pêwendiyên wan ligel Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.

Cewad Zerîf di wê pêwendiyê de hêviya serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî re xwest di kar û erkên wî yê nû de.

Wezîrê Derve yê Îranê amaje bi rola diyar a Nêçîrvan Barzanî kir û hêvî kir ku di dema serokatiya wî de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de zêdetir pêş bikevin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya Cewad Zerîf kir li ser wê pêwendî û pîrozbahiyê û tekez kir ku Herêma Kurdistanê weke herdem dixwaze pêwendiyên wê yên dostane û cîrantiya baş li ser bingeha berjewendiyên hevbeş ligel hemû welatên navçeyê hebe.

Nûçeyên têkildar