Serokwezîra Brîtanya pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May di peyamekê de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir, ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û dibêje: “Em li benda bihêzkirina pêwendiyên xwe li gel xelkê Kurdistanê ne.”
Theresa May di twîttekê de ragihandiye: “Pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikim, bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, Brîtanya bi hezkirineke mezin ve li benda bihêzkirina peywendiyên xwe li gel xelkê Kurdistanê ye.”




