26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sekreterê PDK-T: Nêçîrvan Barzanî dê Kurdistanê ji hemû aliyan ve pêş bixe

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Tirkiye (PDK-K) Mehemd Emîn Kardaş pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike ku weke serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û dibêje, Nêçîrvan Barzanî dikare bi dîplomasiya xwe Kurdistanê ji hemû aliyan ve pêş bixe.

Mehemd Emîn Kardaş ji malpera KDP.info re ragihand: “Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya Herêma Kurdistanê pêngaveke dîrokî bû bo tevahiya gelê Kurd li cîhanê.”

Kardaş wiha got: “Ji ber ezmûna mezin a Nêçîrvan Barzanî, ew dikare bandoreke mezin li deverê bike bi rêya postê serokatiya herêmê. Herwiha Nêçîrvan Barzanî dikare rêbaza Serok Mesûd Barzanî berdewam bike, ji ber ku ev rêbaza Kurd û Kurdistanîbûnê ye.”

Sekreterê PDK-T dibêje, Nêçîrvan Barzanî dikare di dîplamsiya xwe Kurdistanê di hemû waran de pêş bixe û bibe piştevan ji Kurdên cîhanê re.

Nûçeyên têkildar