26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Eyad Elawî pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di pêwendiyeke telefonî de Serokê Hevpeymaniya Weteniye ya Iraqê Eyad Elawî bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di erkê wî yê nû de.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya Elawî kir li ser wê pêwendiyê û li ser pîrozbahiyê û hêvî kir ku di qonaxa bê de hemû alî bikaribin bi hevbeşî xizmeteke baştir ji bo welat û pêkhateyan bikin.

Di wê pêwendiya telefonê de herwiha herdû aliyan behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên ku mane bi rêya diyalogê kirin û tekez kirin li ser bingeha gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Nûçeyên têkildar