Serokwezîrê Iraqê hêviya serkeftinê ji Nêçîrvan Barzanî re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di pêwendiyeke telefonî de pîrozbahî li serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di wê pêwendiyê de hêviya serkeftinê jê re xwest.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di pêwendiyeke telefonî de bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di karê wî de.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî rola Nêçîrvan Barzanî di çareserkirina pirsgirêkan de û vekirina girêkan de bilind nirxand û hêvî xwest ku di pêşerojê de herdû alî hewlên zêdetir bidin ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên ku hêj nehatine çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokwezîrê Iraqê kir û got ku Herêma Kurdistanê amade ye pêwendiyên xwe ligel Bexdayê bihêztir bike û amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi gotûbêj û danûstandinan




