Berdevkê PDKê: YNKê rêkeftin û sozên xwe binpê kir..Armanca wan gîrokirina proseya siyasî bû

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê beşdarnebûna Fraksyona YNKê di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye: “YNKê rêkeftin binpê kir û sozên xwe neanî cih.”
Parlamentoya Kurdistanê îro 28ê Gulana 2019ê civiya û bi piraniya dengên parlamenteran, berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart. Lê belê Frakisyona YNKê tevî ku bi PDKê re rêkeftin îmze kiribû, beşdarî di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de nekir.
PDKê li ser vê pêşhatê daxuyaniyek belav kir. Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê beşdarnebûna Fraksyona YNKê di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye: “YNKê rêkeftin binpê kir û sozên xwe neanî cih.”
Berdevkê PDKê ji welatiyên Kurdistanê re dibêje: “Piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 30.9.2018 de û piştî bidawîbûna karên yasayî yên hilbijartinê, PDK ji ber berpirsyaretiya netewî û niştimanî dest bi gotûbêjan kir ligel partiyên siyasî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û ji bo ku tebayî û yekrêziya navmala Kurdistanê biparêze û rê bigre li pêşiya her girêkekê li pêşiya pêvajoya siyasî û destpêkirina dezgehên Kurdistanê. Herwiha armanca PDK ew bû ku pêvajoya siyasî ya Kurdistanê xwedî rengeke niştimanî berfireh be, lewma jî me dest bi serdana hemû partiyên siyasî kir.”
Berdevkê PDKê wiha didomîne: “Ji ber ku baweriya me tê bi berpirsyaretiya hevbeş di rêveberiya Herêma Kurdistanê de û bi xizmeta zêdetir a gelê me û pêvajoya reform û çaksaziyan, di 4.3.2019 de me ligel hevalên xwe yên YNK lihevkirinek îmze kir. Herwiha ji bo li berçavgirtina bingeha karê hevbeş me di 5.5.2019 de lihevkirineke din bi YNKê re îmze kir li ser para YNKê ji kursiyên YNKê di hikûmeta nû ya Kurdistanê de. Herwiha di 4.3.2019 de ji ber berpirsyaretiya dîrokî û dilsoziya ji bo Kerkûkê û navçeyên din ên madeya 140, nexasim jî piştî bûyerên şûm ên 16ê Cotmeha 2017, me û YNK lihev kir li ser diyarkirina parêzgarekî Kurd ji bo Kerkûkê. Bi awayekî bû ew lihevkirin ku ligel avabûna hikûmeta Kurdistanê em li ser çareserkirina pirsgirêka parêzgarê Kerkûkê jî çareser bikin û kesekî bikin parêzgar, ew jî li gorî lihevkirina di navbera Serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl (Cîgirê Sekreterê YNKê) de, ku herdû birêzan lihev kiribûn ku birêz Fereydûn Ebdulqadir bibe parêzgarê Kerkûkê. Derbarê kursiyê Wezîrê Dad ê Iraqê jî ku ji para Kurdan e, herdû birêzan lihev kiribûn ku kesekî bêalî li wî cihî deynin û YNK jî pêbendî wê yekê bibe. Lê di saet 10ê şevê din 27.5.2019 de serkirdeyekî YNKê 3 navên din da PDK ji bo kursiyê parêzgarê Kerkûkê û ev yek jî binpêkirina rêkeftin û sozên di navbera me de ye.”
Mehmûd Mihemed ragihand: “Mixabin hevalên me yên YNKê rewşa hesas û hestiyar ya Herêma Kurdistanê liber çav negirtin û îradeya gelê Kurdistanê piştguh dikin. Pişta xwe dan rêkeftinan û di civîna îro ya parlamentoyê de beşdar nebûn. PDK her ji serî de pirsgirêkên navxwe yên YNKê fêm kiribû û ji ber wê yekê bêhna me fireh bû û gekek asankarî jê re kir. Lewma jî avakirina hikûmetê ewqasî gîro bû û vê gîrobînê ziyan gihandiye pêgeha Herêma Kurdistanê û pêvajoya siyasî, nexasim ku niha Kurdistan û Iraq û dever di rewşeke hestiyar û hesas re derbas dibe û pêwîstiya me bi hikûmeteke bihêz û bi navmaleke yekgirtî û yekrêz heye.”
Berdevkê PDKê wiha got: “Mixabin dema me dît hevalên me yên YNKê pişta xwe didin rêkeftinên di navbera me de û hewl didin demê bikujin, ew guman li cem me çêbû ku her ji serî de armanca wan ew e ku pêvajoya siyasê ya Kurdistanê paş bixin û em neghên ti encamekê. Herwihaem dibînin ku helwesta YNK xizmeta pêvajoya siyasî nake û hestiyariya qonaxê û çaverêkirina xelkê û rûbirûbûna astengiyan wê yekê ji me dixwaze ku pêvajoya avakirina dezgehên Herêma Kurdistanê berdewam be û bighê encama xwe.”




