Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa rewşa navçeyê gotûbê kirin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, karatir bên ser xet.
Îro Sêşema 28.5.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê civiyan. Di civînê de dawî rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Yekîtiya Ewrûpayê hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî tevî balkişandin, ser rewşa giştî ya navçeyê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikumeta herêma Kurdistanê, hêvî xwest Civaka Navdewletî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, karatir bên ser xet.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê jî, piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo pêngavên Herêma Kurdistanê anî ziman û amadeyiya Yekîtiya Ewropayê di alîkarîkirin a pêngavên encamdana çaksaziyê di dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê de, nîşan da.
Herwiha hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re, di serokayetîkirin a hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de xwest.




