26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulê Filistîn silavên Serokê Filistîn gihand Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 28.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nezmî Hizurî Konsolê Filistîn ya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsolê Filistîn li Hewlêr silavên Serok Mehmûd Ebas bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li aramiya Kurdistan û Iraq û navçeyê de û her wiha bi hêzkirina kultûra pêkvejiyana di navbera pêkhatên neteweyî û olî de hebû.

Her di vê civînê de tekez li ser pêwendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Filistînê û rewayetiya doza herdû gelan kirin.

Nûçeyên têkildar