Serokê Frakisyona PDKê: Nêçîrvan Barzanî dê rêya Serok Barzanî berdewam bike

Hewlêr-KDP.info- Îro Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê. Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de jî dibêje Serok Mesûd Barzanî di heyama serokatiya xwe de bo Kurdistanê heybeteke mezin da Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî jî dê rola Serok Barzanî berdewam bike.
Piştî civîna Parlamentoya Kurdistanê ya ku Nêçîrvan Barzanî tê de bû serokê Herêma Kurdistanê, Omêd Xoşnaw Serokê Frakisyona PDKê di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi rola Serok Barzanî di rêbertiya Kurdistanê de kir û got Serok Barzanî di heyama serokatiya Herêma Kurdistanê de heybet û şiko bo Kurdistanê vegerand.”
Omêd Xoşnaw wiha got: “Nêçîrvan Barzanî dê berdewam be li ser rola Serok Barzanî û dê berdewam be li ser heman riyê be ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê.”
Di civînê îro ya Parlamentoya Kurdistanê de Frakisyona YNKê amade nebû, tevî ku rêkeftineke siyasî di navbera herdû aliyan de hatiye îmzekirin û gerek îro parlamenterên YNKê îro di civînê de amade bibana û dengê xwe dabana Nêçîrvan Barzanî.
Derbarê hewlesta PDK li ser wê binpêkirina YNKê ji rêkeftina siyasî re, Omêd Xoşnaw ragihand: “Em li hêviya biryara serkirdatiya PDKê ne ku helwêstê fermî yê PDKê nîşan bidin.”




