Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê: Vegera Pêşmerge bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî tekane çareser e

Hewlêr-KDP.info- Ev demek e ku li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 şewitandina zevî û ceh û genmê cotkarên Kurd belav bûye. Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad jî dibêje: “Em ew pirsgirêk ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî gotûbêj kiriye û ya girîng niha çareseriyek ji wê rewşê re bê dîtin.”
Dr. Beşîr Hedad ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e hikûmeta Iraqê bilez wê pirsgirêkê çareser bike, nexasim li Kerkûkê ku parêzgarê bi wekalet li wir karên neyasayî li hemberî Kurdan bidawî bîne û êdî Ereban neynin Kerkûkê, ku demografiya navçeyê diguherin.”
Hedad wiha got: “Me ew rewşa han ligel Serokwezîrê Iraqê gotûbêj kir û me jê re got çi li navçeyên Kurdistanî çêdibe û me jê re got rewşeke xerab li wir heye û eger zû neyê çareserkirin dê pirsgirêk mezintir bibe.”
Dr. Beşîr wiha domand: “Herwiha pêwîst e hêzeke hevbeş ji artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge navçeyên Kurdistanî biparêzin. Eger Pêşmerge venegerin wan navçeyan dê li wir aramî nebe û vegera Pêşmerge bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî tekane çareser e.”




