26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Du jinên Kurd di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de biserketin

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de 2 Kurd biserketin ku herdu jî jin in. Evîn Încîr û Ozlem Alev Demîrel bûne endamê wê parlamentoyê.

Berpirsê Ragihandina Komîteya Munich a PDK Hesen Qewal Reşîd ragihand: “Li gorî encamên hilbijartinên Paralmentoya Ewropayê 2 jinên Kurd li ser partiyên ewropî bi dengê Kurdan û xelkê Ewropa biser ketine. Bi vê yekê parlamentoyek mezin li ser asta cîhanê bêkurd nema.”

Hesen Qewal Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew herdû jin yek ser bi Partiya Sosyalist Demokrat a Swêd e ku navê wê Evîn Încîr e û ya din jî navê wê Ozlem Alev Demîrel e û ji Partiya Çep a Almanya ye.”

 

Nûçeyên têkildar