26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Ti metirsî li ser welatî û dîplomatkarên Amerîka li Kurdistanê nîne”

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Biryara Amerîka ya rawestandina vîze û perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge, Parlamentoya Kurdistanê jê nerazî ye û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêbwar Banekeyî jî dibêje, ti metirsî li ser welatî û dîplomatkarên Amerîka li Kurdistanê nîne.
 
Dr. Rêbwar Babkeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Raste navçe ji ber girjiyên navbera Amerîka û Îranê aloz bûye, lê ti metirsî li ser welatî û dîplomatkarên Amerîka li Kurdistanê nîne û rewş li Kurdistanê pir aram e.”
 
Babkeyî wiha got: “Em dilgiran in bi wê biryara Amerîka ji bo ragirtina vîzeyê ji bo welatiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê, herwiha ragirtina perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge, ji ber ku rewşa Herêma Kurdistanê pir cuda ye ji ya Iraqê û pêwîst e Amerîka vê yekê li ber çav bigre.”
 
Dr. Rêbwar Babkeyî wiha domand: “Em daxwaz ji Amerîka dikin li biryara xwe vegere û em pêşbînî dikin ku ew biryaya Amerîka Herêma Kurdistanê li xwe negre, ji ber ku em dizanin ku ti hêzek li Kurdistanê tune ye ku ser bi welatekî navçeyê be. Emê vê peyamê jî bighînin Amerîka.

Nûçeyên têkildar