Tûglûk: Bihayê wê çibe jî Bakûr dê Rojava biparêze

Meclisa Jinan ya KCD û Hevgirtiyên KCD’ê li dijî ambargoya li ser Rojava bi dirûşima “Roja ji Rojava hiltê dê gelan azad bike" bi tevlîbûna zêdeyî 10 hezar kesan li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê mitîng pêk anî.
Li gor ajansa Firatnews jinan di mîtîngê de ambargoya li ser gelê Rojava tê meşandin şermezar kir û xwest Tirkiye bi lezgîn piştgiriya xwe ya çeteyên çekdar bi dawî bike. Di mîtîngê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, diyar kir ku Tirkiye bi çeteyên çekdar mudaxaleyî Kurdistana Sûriyeyê dike û diyar kir ku bihayê wê çibe jî dê Bakûr Rojava biparêze.
Tûglûk got: " Li Rojava şoreşa siyasî pêk hatiye" Piştî mîtingê bi hezaran kes heta sînorê rojava meşiyan û bertekên xwe anîn ziman.”
Meclîsa Jinê ya KCD'ê li ber Navenda Çandê ya Mîtannî ya Nisêbînê bi tevlêbûna zêdeyî 10 hezar kesan mîtîng pêk anî. Li qada mitîngê ya li ser sînorê Rojava pêk hat pankarta “Roja ku ji Rojava hil tê dê gelan azad bike” û “Roja ku li Amarayê derket dê Rojava azad bike” hatin vekirin.




