26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dêra Aşûriyan: Serok Barzanî roleke mezin di parastina pêkhatan û pêkvejiyanê de heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya Serok Barzanî kirin ku roleke mezin di parastina pêkhatan û pêşxistina birayetî û pêkvejiyanê de heye.

Roja yekşem 12.05.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Dêra Rojhilat a Aşûrî li Cîhanê ya bi serokayetiya Patriyarkê Pîroz Mar Gurgîsê Sêyem Silêwe, Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê û hejmarek ji metranên Dêra Rojhilat a Aşûrî li welatên Amerîka, Kanada, Ewrûpa, Awustralya, Newzlanda, Hindîstan, Îran, Iraq, Sûriye û Lubnanê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û cîhanê û gefa hizra tundiyê û terora li ser asayîşa cîhanê û paşaroja mirovayetiyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser karkirina hemû aliyek ya ji bo kûrkirina birayetî û mirovayetiya li asta cîhanê û li navbera olan de kirin.

Di beşeke dinê vê civînê de çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê bilind nirxandin û şanda mîhvan spasî Serok Barzanî kirin ku roleke mezin di parastina pêkhatan û pêşxistina birayetî û pêkvejiyanê de heye.

Nûçeyên têkildar