Serok Barzanî û şanda Wezareta Derve ya Amerîka: Metirsiya DAIŞê hêj maye

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê silava taybet a Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gihande Serok Barzanî û di wê baweriyê de bûne ku başbûna peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.
Îro Pênçşema 09.05.2019 li Selaheddîn Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn bi Wekalet David M. Satterfield û Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq Joey Hood û Konsolê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin û Berpirsê Operasyonên Serbaziyên Dijî DAIŞê General Paul LaCamera pêkhatibû.
Di hevdîtinê de şanda mêvan silavên taybet yê Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo bi Serok Barzanî gihand.
Herwiha rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê guftûgo kirin û şanda mêvan wê yekê dûpat kir ku baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda, li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê daye.
Guhertinên dawî yên meydaniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê mijareke din a vê hevdîtinê bû û herdû aliyan tekezî li wê yekê kirin ku gefa terorîstên DAIŞê hê jî her maye û metirsî ye ji bo asayîşa Iraq û Sûriye û navçeyê.




