26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel heval û yawerên Barzaniyê Nemir li Sovyeta berê civiya

Çavkanî: KDP.info
 
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî ligel heval û yawerên Barzaniyê Nemir li Sovyeta berê civiya.
Îro Pênçşema 09.05.2019 Serok Mesûd Barzanî bi mebesta halpirsîn û hevdîtina li gel hejmarek ji heval û yawerên cenabê Barzaniyê Nemir, yên ku hê jî li jiyanê mane, civiya.
Di vê civînê de Serok Barzanî li hal û rewş û guzeraniya jiyan û tendirustiya wan pirsî û hevdîtina li gel wan bi cihê şanazî û kêfxweşiya xwe da zanîn.
 
Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo ked û qehremaniya heval û yawerên Barzaniyê Nemir li Sovyeta berê hebû, çi ewên li jiyanê de mane yan jî şehîd bûne û koça dawî kirine.
 
Serok Barzanî ji wan re tekez kir ku ked û mandûbûna wan tu demekê ji bîr naçe û bi xebata bê wêneyiya wan dîrokeke pir şanazî ji bo gelê xwe dirust kiriye.

Nûçeyên têkildar