26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Rêkeftina PDK û partiyên siyasî di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Bilind Îsmaîl dibêje, ew rêkeftina ku di navbera PDK û YNK û Tevgera Goran de hatiye kirin, di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye û dê ew yek bihêle pêngavên avakirina hikûmeta nû zûtir cîbicî bibin û heta cejna Remezanê dê hikûmeta nû hatibe avakirin.

Bilind Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Her jihevnêzîkbûnek û her rêkeftineke di navbera partiyên siyasî de, dikeve berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de, bi taybetî jî ew hersê partiyên siyasî. Hêvî dikim di demeke nêzîk de hikûmet ava bibe û ew yek di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.”

Îsmaîl wiha got: “Rêkeftina PDK û YNK dê bibe sedem ku pêngavên avakirina hikûmetê bilez bên avêtin û niha ti astengî û girêk li pêşiya avakirina hikûmetê nemaye û sibe dê parlamento li ser yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê bicive û heta cejnê jî dê hikûmet bê avakirin.”

 

Nûçeyên têkildar