26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Amerîka: Pêwendiyên Kurdistanê û Amerîka dê firehtir û bihêztir bibin

Çavkanî: KDP.info

 

Washington-KDP.info- Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka ragihand, Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê xwedî abûriyeke bihêz be. Herwiha tekez dike ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de dê di demeke nêzîk de berfirehtir û bihêztir bibin.

Beyan Samî Ebdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştevaniyên Amerîka ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin. Herwiha Amerîka û Brîtanya û Almanya berdewam in li ser karê xwe ji bo pêşxistina Wezareta Pêşmerge û cîbicîkirina reform û çaksaziyan di wê wezaretê de. Serkeftina vê pêngavê yek ji mercên Amerîka ye ji bo ku alîkariya Hêzên Pêşmerge bike û pêşmergeyan perwerde bike.”

Beyan Samî Ebdulrehman wiha got: “Di van çend mehên dawî de, em gelek caran bi Wezaretên Bergîriyê û Derve û endamên Kongreya Amerîka re civiyane. Me behsa wê yekê kiriye ku di budjeya Amerîka ya sala 2020 de para Hêzên Pêşmerge hebe ji alîkariyên darayî û teknîkî û perwerdeya leşkerî, ji ber ku beşek ji wê budjeyê dê ji bo hêzên Iraqê be û em dixwazin para Pêşmerge jî garantî bikin û ev yek bicîh hatiye.”

Nûnera Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Ew aliyên ku em bi wan re civya ne, bi zelalî tekez kirine ku ji bo berdewamiya alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge, divê di serî de projeya reform û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge berdewam be. Ji xwe em dizanin ku Amerîka bi şêweyên din jî alîkariya gelê Kurd dike û dê di demeke nêzîk de dê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka berfirehtir ûnbihêztir bibin.”

Derbarê nêrîna Amerîka li ser paşketina avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî, Beyan Samî Ebdulrehman ragihand: “Amerîkî paşketina avakirina hikûmeta Kurdistanê wek asteng û rêgir li pêşiya pêşkeftina Herêma Kurdistanê dibînin. Ne bi dilê Amerîkiyan e ku avakirina hikûmeta Kurdistanê ewqasî gîro bûye, lê di heman demê de ew destêwerdanê jî nakin û lezê nakin. Amerîka dizane ku di hemû rewşan de pêwîstiya wan bi Herêma Kurdistanê heye û herwiha pêwîstiya Kurdistanê jî bi Amerîka heye. Li cem Amerîkiyan Kurdistan mînakeke serkeftî ye ji bo Iraqê û ev yek gotina wan bi xwe ye, ku dibêjin ji bo proseya demokratîkirin û sivîlkirina Iraqê pêwîstî bi Kurdan heye.”

 

Nûçeyên têkildar