26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Kurdistan mînakek e bo ol û mezhebên cuda

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke rasteqîne ye ji ol û mezhebên cuda re.

Li navenda Polîtburoya PDKê, îro Sêşema 30.4.2019 Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Peymangeha Erebî ya Demokrat û Serkirdeyê Pilebilind ê Partiya Nîda ya Tunisî Dr. Xalid Şewket û Hizmend û Lêkolerê Erebî û Dostê gelê Kurd Dr. Ebdulhusên Şeiban û Akadîmyest û Çalakvanê Mafê Mirovan Xanzad Ehmed Ebd kir.

Di wî hevdîtinê de Fazil Mîranî behsa rewşa Iraqê bi q giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û tekez kir ku hewlên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berdewam in.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku Herêma Kurdistanê mînakeke rasteqîne ye ji ol û mezhebên cuda re, ku di bin siya canfîdayiya Hêzên Pêşmerge yên qehreman de ne.

Mîranî di wê hevdîtinê de behsa damezrandin û dîroka PDK di qonaxên cuda ên riya xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd kir û amaje kir bi siyaset û hewlên PDKê bo geşekirina demokrasiya rasteqîne li Herêma Kurdistanê û Iraqê û xebata ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd di çarçoveya Iraqa federal de.

Ji aliyê xwe ve, Dr. Xalid Şewket Serkirdeyê Pilebilind ê Partiya Nîda ya Tunisî got: “Gelê Kurd gelekî qehreman e û di ber azadî û serbestî û bidestxistina mafên xwe yên netewî gelek êş û azar dîtiye û em bi hemû şêweyekî piştgiriyê li wan mafên wî yên rewa dikin. Serok Mesûd Barzanî jî serkirdeyekî xuya ye di dîroka tevgera rizgarîxwaz gelan de û hikmet û rola cenabê wî pir girîng e di aştî û pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê de li navçeyê.”

Nûçeyên têkildar