Konsulê Misrê: Em dixwazin pêwendiyên me û Kurdistanê bihêz bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê nû yê Misrê civiyan û di wê hevdîtinê de konsulê Misir got ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî jî di warên bazirganî û abûrî û geştiyarî û zanistî bihêz bike.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Misrê li Herêma Kurdistanê Ehmed Haris kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di karê wî yê nû de.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Qahîrê de di hemû waran de, bi taybetî jî di warên bazirganî û abûrî û geştiyarî de. Derbarê wê yekê de jî tekez kir ku hikûmeta Kurdistanê amade ye ku hevkarî û asankariyan bike ji bo bihêzkirina wan pêwendiyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa qonaxa şerê li dijî DAIŞê û qonaxa piştî wê kir û behsa pêşketina pêwendiyên Hewlê û Bexdayê û baştirbûna rewşa abûrî û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Misrê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina xwe ya yekem ligel Nêçîrvan Barzanî nîşan da û behsa kar û çalakiyên welatê xwe li Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî jî di warên bazirganî û abûrî û geştiyarî û zanistî bihêz bike.




