Parlamentoya Kurdistanê: Em hewl didin ku qurbaniyên Êzdî wek şehîd bên naskirin

Hewlêr-KDP.info- Seroka Komîteya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan di Parlamentoya Kurdistanê de Sewsen Gerdî ragihand ku, Parlamento hemû hewlên xwe dide ji bo ku qurbaniyên jenosîda Kurdên Êzdî wek şehîd bên naskirin.
Sewsen Gerdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e vê hefteyê Komîteya Karûbarê Şehîdan ligel Wezareta Karûbarê Şehîdan a Herêma Kurdistanê derbarê pirsa mûçeyê şehêdan û mafên qurbaniyên jensîda Kurdên Êzdî bicive û piştre her di rojên bê de emê serdana Bexdayê jî bikin.”
Gerdî wiha got: “Parlamentoya Kurdistanê dîvdeçûnê ji bo pirsa hejmarkirina qurbaniyên jenosîda Kurdên Êzdî yên destê DAIŞê dike. Em dîvdeçûneke dirûst dikin bi hevahengiya ligel wezaretê û aliyên peywendîdar, da ku ew qurbanî sûdmend bin di hemû maf û îmtiyazatên şehîdan.”




