ENKS: Em piştgiriyê li destpêşxeriya Fransa dikin

Duhok-KDP.info- Serkirdeyê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand ku ew wek ENKS piştgiriyê li destpêşxeriya Fransa ya jihevnêzîkbûna ENKS û PYD, dikin.
Fransa destpêşxerî kiriye ji bo ku aliyê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê (ENKS û PYD) jihev nêzîk bibin û Fransa bi xwe navbeynkariyê di nava wan de bike.
Derbarê wê yekê de, Mihemed Îsmaîl ku herwiha serkirdeyê ENKSê ye jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Fransa hewl dide ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê ENKS û PYD jihev nêzîk bike, ji bo vê pêngavê em wek ENKS jî piştgiriyê li Fransa dikin û em pê re ne. Her ji serî de em dixwazin navbeynkareke navdewletî têkeve navbera me de.”
Îsmaîl wiha got: “Em bi erênî wê pêngavê dibînin, lê em nizanin qonaxa praktîkî ya destpêşxeriyê dê çawa be.”
Wî serkirdeyê PDK-Sê, wiha domand: “Bedîlê lihevkirinê li cem me û PYDê tune ye. Bi nêrîna me nabe êdî gelê Kurd bibe qurbanî siyaseta şaş û hêj koçber bibin




