26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zêbarî: Kurdistan dê bibe xwedî yek hêza leşkerî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpê kiriye û serfermandarê berê yê Iraqê jî dibêje, Herêma Kurdistanê dê bibe xwedî yek hêza yekgirtî.

Babekir Zêbarî serfermandarê berê yê Artêşa Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hewlên yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê destpê kirine. Bi yekxistina hêzên Pêşmerge, Herêma Kurdistanê dê bibe xwedî yek hêza yekgirtî ya leşkerî.”

Zêbarî wiha got: “Pilana yekxistina hêzên Pêşmerge ji zû de kar jê re tê kirin. Heta Hêzên Pêşmerge nebin yek, Herêma Kurdistanê nabe xwedî hêzeke taybet.”

Babekir Zêbarî wiha domand: “Pêşwîst e hemû hêzên leşkerî yên Herêma Kurdistanê bikevin çarçoveya sîstema Wezareta Pêşmerge, da ku tenê yek alî deselat li ser wê hêzê hebe û ev hêzên gelek li Herêma Kurdistanê nemînin.”

Nûçeyên têkildar