26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ligel Meaz El-xetîb civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed Meaz El-xetîb Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriye kir.

Li vê hevdîtinê de ku Îmad Ehmed Cîgirê Serok Wezîr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê amade bûn, birêz El-Xetîb bi dirêjî behsa rewşa Suriye û Opozîsyona Sûriye kir û hêvî xwest ku li gel hêzê siyasiyên Kurdî Suriye alîkar bin û bigihin peymanekî û ragihand ku ew herdem li gel doza Kurd li Iraqê de bûye.

Her wiha nirxandina hewlên navdewletiyan li yarmetîdana penaberên Sûriye li welatên cîran mijareke dinê vê hevdîtinê bû

Nûçeyên têkildar