Berdevkê PDKê: Armanca me hikûmeteke bihêz e, lewma hikûmet gîro bû

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand: “Heta niha me avakirina hikûmeta Kurdistanê gîro kiriye ji bo em hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê razî bikin ji bo ku em hikûmeteke bihêz ava bikin.”
Mehmûd Mihemed ji medya re ragihand: “Li gorî bernameya me, di van çend rojan de dê her tişt bi dawî were. Hemû partiyên siyasî nêzîkbûneke baş di navbera wan de heye û nêzîk dê her tişt bi dawî were. Heta niha me avakirina hikûmeta Kurdistanê gîro kiriye ji bo em hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê razî bikin ji bo ku em hikûmeteke bihêz ava bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Endamê Şanda Danûstandinan a YNKê Seidî Pîre ji malpera KDP.info re ragihand: “Em li hêviya PDKê ne ji bo ku em rêkeftina xwe ya dawî îmze bikin. Me û PDK lihev kiriye û her tişt bidawî bûye û tenê maye ku em di merasîmekê de rêkeftina xwe îmze bikin û niha kar ji bo wê merasîmê tê kirin.




