26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li Davosê beşdariya civînekî li ser buhara Erebî kir

Çavkanî: KDP.info

Li Kongreya Aboriya Cîhaniya li bajarê Davosê duhî îna 25\01\2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî li semînereke girtiya taybet bi jeopolîtîka bihara Erebî kir ku bi serpereştiya Kofî Annan Sekreterê berê yê Neteweyên Yekgirtî birêve çû.

Li vê semînera girtî de hejmarek ji Serok û Serok Wezîr û Wezîrên welatan beşdarî kir ku hinek ji wan Serok Wezîrê Danîmark, Serok Wezîrê Lîbya, Serok Wezîrê Mexrîb, Serok Wezîrê Misir, Serok Wezîrê Desthilata Filistîn, Serokê Mongolya, Amir Musa Emîndarê Giştî yê berê yê Civaka Erebî, Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiy û hejmarek ji wezîr û pîspor danustandina bîr û ramanên di derbarê komek babetên pêwendîdar bi navçeya rojhilata navîn bi taybetî rewşa Suriye û rola Kurd li wan welatan da kirin.

Serok Barzanî li gotarek de balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li Iraq li Bihara 1991 raperî û karî civakekî vekirî pêkbîne ku bawerî bi lêborîn û pêkve jiyana aştiyane heye. Her wiha karî aboriya xwe gelek bi rêkupêkî rêk bixe û tekez jî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê nikarê pişgîriyê li her sîstemekî dîktatorî bike ji ber ku li gel bereya gelane û ji bo gihîştina bi azadî û demokrasiyê raperîne.

Nûçeyên têkildar